Hate angaştkirin ku Îsraîlê li Libnan, Sûriye û Filîstînê herbisîd bi kar aniye

Tê angaştkirin ku Îsraîl di hefteyên dawî de li Libnan, Sûriye û Filîstînê li ser hinek zeviyên çandiniyê ji hewayê re herbisîd reşandiye. Hat diyarkirin ku ev sepandin hem ziyanê dide hilberîna çandiniyê hem jî ziyaneke mezin dide jîngehê.

Li Bilindahiya Golanê ku bi fermî axa Sûriyeyê ye lê wekî herêma tampon a di navbera Sûriye û Îsraîlê de tê hesibandin, cotkaran diyar kir ku balafirên piçûk li ser zeviyan di şêweyê dûmana spî de madeyên kîmyewî berdane.
Cotkarekî ku ji France 24 re axivî, diyar kir ku nêzî 10 roj piştî firîna balafiran, zeviyekî genim ê 75 hektarî bi temamî ziwa bûye.

Kanala Îsraîlê i24Newsê piştrast kir ku artêşê li herêmê herbisîd reşandiye. Rayedarên herêmî ragihandin ku di nav madeyên hatine bikaranîn de diuron û 2,4-DP hene. Artêşa Îsraîlê derbarê pirsên li ser vê mijarê de bersiv neda.

LI BAŞÛRÊ LIBNANÊ RÊJEYEKE BILIND A GLÎSOFATÊ HATE BIKARANÎN 

Hate ragihandin ku rewşeke dişibe vê li Başûrê Libnanê jî qewimiye. Hate gotin ku artêşa Îsraîlê beriya belavkirina madeyên kîmyewî, Hêza Berwext a Neteweyên Yekbûyî li Libnanê (UNIFIL) ji bo girtina tevdîran agahdar kiriye.
Di lêkolînên destpêkê yên hikûmeta Libnanê û UNIFILê de hate diyarkirin ku li zeviyan glîfosat hatiye reşandin û rêjeya hatiye pîvandin, ji asta asayî 20 heta 30 qat zêdetir e.

Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe ya 6ê Sibatê de fikarên xwe anî ziman ku dibe ku hêzên Îsraîlê li bakurê Hêla Şîn herbisîd bi kar anîbe. Rayedarên NYyê destnîşan kirin ku hedefgirtina zeviyên çandiniyê û çavkaniyên avê rîskên mirovî yên giran çêdike û ev cure çalakî li dijî biryara 1701 a NYyê ne.

ANGAŞTA EWLEHİYÊ

Li gorî i24Newsê, armanca van operasyonan "ji holê rakirina rûbera keskahiyê ye ku milîtan dikarin tê de xwe veşêrin." Di çarçoveya Libnanê de tê gotin ku hedef Hizbullah e. Lê belê hin sazîyên jîngehê û dezgehên medyayê balê dikşînin ser wê yekê ku ev sepandin rasterast bandorê li debara gelê herêmê dike.

LI ŞERÎEYA ROJAVA û XEZAYÊ JÎ HATE BIKARANÎN

Di destpêka meha Sibatê de li nêzî Susyayê ya li başûrê Şerîeya Rojava, hate îdîakirin ku niştecihên cihû li qadên çandiniyê maddeyên kîmyewî rijandine. Di raporeke Forensic Architecture de ku sala 2019an hatibû weşandin, hatibû îdîakirin ku Îsraîlê li herêma tampon a Xezayê bi heman awayî dermanên kîmyewî reşandine.

Hate diyarkirin ku armanca van sepandinan ew e ku rê li ber Hamasê bigire ku rûbera keskahiyê ji bo xwe bi kar neyne; lê belê hate tomarkirin ku hilberên cotkarên li herêmê ziyaneke mezin dîtine.