Di daxuyaniya Brukselê de hat diyarkirin ku Suica wê bi taybetî di rûniştina ji bo Xezeyê ya civîna roja Pêncşemê . bê lidarxistin amade be û helwesta YE’yê bîne ziman. Lê hat teqezkirin ku YE wê nebe endamê vê saziyê.
Berdevkê YE’yê Guillaume Mercier bi taybetî diyar kir ku Komîsyona Ewropayê ne “endamê Konseya Aştiyê" ye.
"Konseya Aştiyê" ya ku di bin serokatiya Donald Trump de hatiye damezrandin, her çiqasî armanc dike ku şerê li Xezeyê bi dawî bike jî di belgeya wê ya damezrandinê de ji bo pevçûnên çekdarî li çaraliyê cîhanê çareser bike mîsyonek berfirehtir tê pênasekirin.
VERSIYONA BI PERE YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ YE
Ji endamên daîmî yên Konseyê tê xwestin ku ji bo beşdarbûnê 1 milyar dolar bidin, ev yek rê li ber rexneyên ku bibe versiyonek "bi pere" ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî.
YE’yê destnîşan kir ku hîn jî derbarê erka konseyê, avaniya rêveberiyê û pabendbûna bi Peymana Neteweyên re “hin pirsnîşan” hene.