BI DÎMEN

Piştî êrîşa Îranê şer li herêmê belav dibe

Piştî ku DYE û Îsraîlê sibeha 28’ê Sibatê li dijî Îranê êrîş dane destpêkirin li gelek welatên herêmê teqîn çêbûn. Hate îdîakirin ku di êrîşan de serokê olî yê Îranê Alî Xameneyî û Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan jî hatine hedefgirtin.

ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ÎRANÊ

Hêzên DYE û Îsraîlê di saetên sibehê de li dijî Îranê operasyoneke berfireh dan destpêkirin. Çapemeniya Îranê ya dewletê ragihand ku di serî de paytext Tehran li bajarên weke Kun, Esfexan, Kirmaşan û Karajê li dû     hev teqîn çêbûne. Çavkaniyên Îranî û Rojavayî ji Reutersê re axivîn û dan zanîn ku êrîşan bes ne binesaziya leşkerî di heman demê de dibe ku kesên pilebilind ên rêveberiya Îranê jî hedef girtibin. Her wiha îdîdayên têkildarî kuştina hin fermandarên pilebilind ên girêdayî Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê (IRGC) û siyasetmedarên nêzîkî rejîmê jî ketin rojevê.

ÎDÎAYA LÊXISTINA KOMPLEKSA XAMENEYÎ

Li gorî agahiyên ajansên navneteweyî, serokê olî yê Îranê Alî Xameneyî ji bo ‘’herêmeke ewle’’ hatiye neqilkirin, piştre ev ev kompleks di êrîşa Îsraîlê hatiye hedefgirtin.  Hate diyarkirin ku di dîmenên fezayê de bînaya ku dihat îdîakirin Xameneyî lê dimîne zirareke mezin dîtiye. Lê belê têkildarî aqûbeta Xameneyî hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

ÎRANÊ BERSIV DA: MOŞEKAN BERÊ XWE DAN ÎSRAÎL KENDAVÊ

Rayedarên Îranî diyar kirin ku ew ê bersiveke mezin bidin êrîşan. Di nava rojê de li herêmên bakur û navenda Îsraîlê dengê sîrenan bilind bû; Quds û Tel Aviv jî di nav de li gelek bajaran berê welatiyan dan stargehan. Çavkaniyên Îsraîlê dan zanîn ku ji Îranê nêzîkî 125 moşek hatine avêtin û beşek ji van moşekan ketina qada hewayî ya Îsraîlê.

Her wiha hate ragihandin ku li herêma Juffair a nêzîkî Manamaya paytextê Bahreynê ku baregeheke leşkerî ya DYE’yê li wir cih digre, teqîn çêbûne. Balyozxaneyên DYE’yên li Bahreyn û Qeterê bang li welatiyên xwe kirin ku ‘’li cihê lê dimînin, bimînin.’’ Hate ragihandin ku li bajarê Abu Dabi yê Mirnîşînên Erebî yên Yekbûyî jî dengê teqînan hatine bihîstin.

LI ÎRAN Û SÛRIYEYÊ WINDAHIYÊN SIVÎL

Li gorî agahiyên ajansan, si bajarê Siwêda yê Sûriyeyê di encama ketina moşeke li herêma pîşesaziyê de çar kesan jiyana xwe ji dest dane. Çapemeniya Îranê ya dewletê jî anî ziman ku dibistaneke li bajarê Minabê hedef hatiye girtin û 40 kesan jiyana xwe ji dest dane. Daneyên têkildarî windayên sivîlan hê ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehatine piştraskirin.

Îranê ragihand ku wê qada xwe ya hewayî girtiye. Îsraîlê jî li seranserê welêt rewşa neasayî îlan kir û hişyarî da welatiyên ku li nêzî qadên tên parastin bin. Berdevkiya NATO’yê jî diyar kir ku ew geşedan ‘’ji nêz ve tên şopandin.’’ Hate destnîşankirin ku di serî de Elmanya hin welatên Ewropayê ekîbên xwe yên rêveberiya krîzê kom kirine.