Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Parzûngeha Siûdî, santrala Kûweytê, tesîsa nukleer a Natanzê hatin bombekirin

Operasyonên DYE-Îsraîlê yên li ser Îranê û bersivên Tehranê di roja 3’yan de tesîsên enerjiyê û baregehên leşkerî hedef girtin.

Hin beşên parzûngeha Ras Tanura yên li Erebistana Siûdî hatin rawestandin. Îranê ragihand ku li baregeha Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li Kûweytê xistiye. Tehranê her wiha diyar kir ku tesîsa nukleer a Natanz rastî êrîşê hatiye.

RAFÎNERA MEZIN A LI EREBISTANA SIÛDÎ HETA ASTEKÊ SEKINÎ

Li gorî Bloombergê parzûngeha Ras Tanura ya ku ji aliyê Saudi Aramco ve tê xebitandin, piştî êrîşa dronê ya li ser herêmê bi awayekî demkî hate rawestandin. Tesîsa xwedî kapasîteya rojane 550 hezar varîl, yek ji rafînerên herî mezin a Kendavê ye.

Wezareta Enerjiyê ya Siûdiyê ragihand ku şewata derketî hatiye kontrolkirin û hin yekîneyên operasyonî, “weke tedbîr” hatine rawestandin.

LI KÛWEYTÊ TEQÎN

Hat ragihandin ku li bakurê Kûweytê li ser santraleke elektrîkê dûman bilind bûye. Heman rojê hate diyarkirin ku çendek balafirên şer ên Emerîkayê li Kûweytê ketine.

Artêşa Îranê jî destnîşan kir ku baregeha hewayî Alî Al-Salem ya ayîdê DYE’yê ya li Kûweytê û hin “keştiyên dijmin” ên li Okyanusa Hind, hedef girtiye. Hat diyarkirin ku di daxuyaniyê de 15 fuze hatine bikaranîn.

LI TESÎSA NUKLEER A NATANZ HATE XISTIN

Nûnerê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî ya Îranê (UAEA) ragihand ku tesîsa nukleer a Natanz di êrîşên DYE-Îsraîlê de hatine hedefgirtin. Aliyê Îranê îdîa kir ku tesîsên nukleer ên “aştiyane û bi ewle” hatine hedefgirtin.

ÎSRAÎL: ÊRÎŞ WÊ BIDOMIN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku êrîşên li dijî “endamên girîng ên rejîmê” yên li Îranê, wê bên zêdekirin. Berdevkê artêşê diyar kir ku “hingî pêwîst kir” wê operasyon dewam bikin.