Parlamentoya Iraqê bi rojeva ewlehiya sînor dicive

Cîgirê yekem yê Serokê Parlamentoya Iraqê ragihand ku bi tevlîbûna Wezîrê Parastinê û Serokê Dezgeha Ewlehiyê, têkildarî amadebûna hêzên ewlehiya sînorê Sûriyeyê, dê Parlamentoya Iraqê kom bibe.

Cîgirê yekem yê Serokê Parlamentoya Iraqê Ednan Fethan Dilêmî bi daxuyaniyekê ragihand ku heftiya bê bi tevlîbûna Wezîrê Parastinê Sabit Ebas, Wezîrê Karên Hindir Ebdulemîr Şemerî û Serokê Dezgeha Ewlehiyê, têkildarî amadebûna hêzên ewlehiya sînorê li gel Sûriyeyê, dê Parlamentoya Iraqê kom bibe.

Hate ragihandin ku parlamento piştgirî dide hemû tedbîrên ewlehiyê yên ji bo xurtkirina eniya navxweyî û parastina serweriyê dikin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bang li hêzên neteweyî dikin ku yekrêz bin da ku hewlên ji bo xirabkirina ewlehî û yekîtîya Iraqê têk bibin.