Nurî el-Malikî bersiva Trump da
Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nurî Malikî diyar kir ku destwerdana Amerîka ya di kar û barê Iraqê de, binpêkirina serweriya welate û ew bi tundî red dikin.
Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nurî Malikî diyar kir ku destwerdana Amerîka ya di kar û barê Iraqê de, binpêkirina serweriya welate û ew bi tundî red dikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump duh hişyarî da ku eger serokwezîrê berê Nûrî Malikî yê bi piştgiriya partiyên Şîe yên nêzî Tehranê vegere ser desthilatê, wê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştevaniya Iraqê rawestîne.” Trump got, “Ji ber siyaset û îdeolojiyên wî yên dîn, eger ew were hilbijartin, DYA dê di pêşerojê de tu alîkariyekê nede Iraqê.”
Piştî vê peyama Trump, Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nurî Malikî, li ser hesabê xwe yê tora civakî bersiva serokê Amerîkayê Donald Trump da.
Nurî Malikî got, “Destwerdana Amerîka ya di kar û barê Iraqê de, binpêkirina serewriya welate û em bi tundî red dikin. Destwerdana Amerîka biryara Çarçoveya Hemahengî binpê dike. Emê girêdayî biryara Çarçoveya Hemahengî bin.”
Malikî di bersiva ji bo Trump de got, “Destwerdana eşkere ya Amerîka dijî biryara Çarçoveya Hemahengî ya ji bo diyarkirina namzetê serokwezîre. Ji ber rêzgirtina li îradeya nîştimanî û Çarçoveya Hemahengî, emê heya ku encamek were bidestxistin, xebata xwe bidomînin.”