Nuqteyên Heşdî Şabî hatin hedefgirtin
Nuqteyên Heşdî Şabî yên li parêzgeha Babilê hatin hedefgirtin û di encamê de du endamên hêzên Heşdî Şabî mirine.
Nuqteyên Heşdî Şabî yên li parêzgeha Babilê hatin hedefgirtin û di encamê de du endamên hêzên Heşdî Şabî mirine.
Hate zanîn ku li herêma Cerf Sexir ya ser bi parêzgeha Babil a li Iraqê, hêzên Heşdî Şeebî hatine bombebarankirin.
Hat ragihandin ku di encama êrişê de 2 endamên hêzên Heşdî Şabî mirine û gelek jî birîndar bûne.
Heya niha nayê zanîn ev êriş ji aliyê kîjan hêz yan jî welat ve li dijî Heşda Şeebî pêk hatiye. Herwiha derbarê mijarê de heya niha ne Heşda Şabî ne jî Hikumeta Iraqê ti daxuyaniyek fermî belav nekirine.
Êrişa li dijî Heşdî Şeebî di demekê deye ku Îsraîl û Amerîkayê dijî Îranê êrişek mezin daye destpê kirin.
Herêma Cerf Sexir ji sala 2014’an ve weke herêmek leşkerî hatiye ragihandin û heya niha jî rê nehatiye dayîn ku xelkê wê herêmê vegere ser cih û warê xwe.