Di daxuyaniya ji ofîsa Netanyahu hatî dayîn de, hate destnîşankirin ku heya Hamas bêçek neyê hiştin, Xeze ji leşkeran neyê paqijkirin û armancên şer ên Îsraîlê temam nebin, herêm jinûve nayê avakirin.
Li gorî plana rêveberiya Trump a li ser Xezeyê, tê pêşbînîkirin ku herêm bi rengekî demkî ji aliyê “Komîteya Rêveberiya Neteweyî ya Xezeyê” ve wê were îdarekirin ku ev komîte ji 15 teknokratên Fîlîstînî pêk tê.
Ev çêker, wê girêdayî “Konseya Aştiyê” ya di bin serokatiya Trump de be. Ev plan Hamas û komên din ên çekdar ên Fîlîstînî nagire nava xwe. Rola Rêveberiya Fîlîstînê jî girêdayî şertê reformê hatiye kirin.
Ofîsa Netanyahu got, ew ê ti têkiliya bi Rêveberiya Fîlîstînê re qebûl nekin.
Li aliyê din Îsraîl û Hamas têkildarî binpêkirina agirbestê sûcdarkirina hevdû didomînin. Tê ragihandin ku li Xezeyê rewşa mirovî giran e.