Netanyahu: ‘Em dixwazin li dijî eksenên Şîî û Sunnî yên radîkal ekseneke tifaqa nû ava bikin’

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu daxuyand ku ew armanc dikin li Rojhilata Navîn "li dijî eksenên radîkal ên Şîî û Sunnî" toreke tifaqa nû ava bikin.

Li gorî nûçeya ku di çapemeniya Îsraîlê de cih girtiye û ji aliyê The Times of Israel ve hatî ragihandin, Netanyahu di axaftina xwe ya destpêkirina civîna heftane ya Encumena Wezîran de diyar kir ku Îsraîl dê li nav an jî li derdora Rojhilata Navîn "cureyekî pergala tifaqa şeşalî" ava bike.

Netanyahu di vê çarçoveyê de bal kişand ser Hindistan, Yewnanistan û Qibrisê, her wiha behsa hin welatên Ereb, Afrîkayî û Asyayî yên ku navên wan eşkere nekir, kir.

Serokwezîr ragihand ku roja çarşemê Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi dê serdaneke fermî li Îsraîlê bike û destnîşan kir ku têkiliyên her du welatan "bi hêz dibin". Netanyahu diyar kir ku hevkariya stratejîk dê li ser bingeha hevkariya di qadên aborî, dîplomatîk û ewlehiyê de be.

Netanyahu got: "Armanc ew e ku eksenek ji welatên ku rastî, dijwarî û armancan bi heman rengî fêm dikin were afirandin; hem li dijî eksena Şîî ya radîkal a ku me derbeyên giran lê xistin, hem jî li dijî eksena Sunnî ya radîkal a ku derketiye holê, bisekinin."

Tê diyarkirin ku eksena herêmî ya bi pêşengiya Îranê di salên dawî de qels bûye, bi taybetî piştî hilweşîna rejîma Beşar Esad li Sûriyeyê di Kanûna 2024an de, hevsengî guherîne.

Tê îdiakirin ku Ahmad el-Şareh, yê ku anîn serê rêveberiya nû ya Sûriyeyê, piştgirî ji Washingtonê digire lê Îsraîl bi guman nêzî wî dibe.

Netanyahu her wiha ragihand ku Modi dê li Parlamentoya Îsraîlê axaftinekê bike. Hindistan li Asyayê duyemîn û li cîhanê jî heftemîn hevkarê bazirganiyê yê herî mezin ê Îsraîlê ye.