Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Navê rayedarên leşkerî yên payebilind ên li Îranê hatin kuştin, hate eşkerekirin

Di êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê de ji Muxafizên Şoreşê rayedarên payebilind ên Îranî hatin kuştin.

Li gorî nûçeya li Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya ser bi Muxafizên Şoreşê ya Îranê hate weşandin, di êrişên dawî de 7 rayedarên leşkerî yên payebilind ên Îranî hatin kuştin.

Di nûçeya ajansê de hate gotin, rayedarên payebilind di êrişên li ser navendên ewlekarî û leşkerî de hatin kuştin.

Li gorî ajansê kesên jiyana xwe ji dest dayîn wiha ye;

Cîgirê Serokê Îstîxbaratê ya Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar Saleh Asadi

Serokê Rêxistina Îstîxbaratê ya Farajah Gholamreza Rezaian

Serokê Ofîsa Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar Mohammad Shirazi

Cîgirê Serokê Amadekarî û Piştgiriyê ya Hêzên Çekdar Mohsen Darehbaghi

Cîgirê Serokê Ofîsa Serfermandariya Giştî Akbar Ebrahimzadeh

Serokê Beşa Planandin û Operasyonan a Cîgirê Operasyonan ya Serfermandariya Giştî Bahram Hosseini Motlagh

Serokê Beşa Amadekarî ya Serfermandariya Giştî Hassanali Tajik