Nasnameya 58 xwepêşandêrên li Îranê hatin qetilkirin, hate eşkerekirin
Nasnameya 58 kesên di çalakiyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de hatin qetilkirin û 37 kesên hatin binçavkirin, hate eşkerekirin.
Nasnameya 58 kesên di çalakiyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de hatin qetilkirin û 37 kesên hatin binçavkirin, hate eşkerekirin.
Nasnameya 37 kesên di xwepêşandanan de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û 58 kesên di xwepêşandanan de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin, hate eşkerekirin. Ev hejmar li bajarên Îlam, Kirmaşan, Urmiye, Loristan, Sine, Seqîz, Bokan, Kamyaran û Ciwanro hatine qeydkirin.
Navê welatiyên hatine binçavkirin wihane: Mihemed Mehdî Makan Nîmetî, Mihemed Rehmanî, Aryan Rehmanî, Celîl Cefakeş, Serdar Yawer, Omer Piyamerd, Behmen Resûlyan, Mesûd Kiyanî, Mihemed Marabî, Duktur Nebî Umêdî, Eşkan Kelekî, Reza Nîçe, Nîma Mîrzayî, Fezil Nezer, Salih Qadirpûr, Hamid Dilawerî, Aryan Osmanî, Hejîr Şanazî, Mihemed Marawî, Hîwa Tatayî, Hêmin Huseynî, Ehîd Letîfî Nejad, Yezdan Ezîzî, Kiyomers Waîzî, Silêman Kerîmî, Fayeq Ebdulazade, Behmen Resûlî, Sîna Nezereyî, Huseyn Nîk Sirêşt, Fuad Înayetî, Artîn Nedîmî, Mardîn Nedîmî, Mahan Ezemî, Yehya Derwêşî, Aram Seîdiyan, Kameran Muradî û Mihemed Hîcranî.
Navê welatiyên hatine qetilkirin wihane: Reza Hacîmuradî, Emîr Huseyn Melekşahî, Êbî Heyderî, Pûrya Beharî Mustelî, Mecîd Celîliyan, Mîlad Sademîrî, Diyako Qadirmerzî, Mahan Merdanî, Meysem Qenberî, Abidîn Xezîlî, Luqman Elîzade, Ebas Kelhûr, Mehdî Qenberî, Mihemed Reza Kiyanîmenş, Hesen Felah, Ferhad Baliş Rez, Mahan Rostemî, Mîlad Genc Dost, Zoheyr Emîrxanî, Emîr Huseyn Seferî Guldeste, Luqman Ezîzî, Hesen Mîrzayî, Îrfan Cameşuranî, Umêd Şoxeyan, Hemîd Reza Yusif, Miyad Sademîrî, Reza Rostemî, Mahan Merdanî, Diktor Pidram Erxa, Emîr Elî Dukaneyî, Mihemed Metîn Baqirî, Sedîq Yusif Pûr, Ferhad Başizer, Seîd Kehrarî, Ferzad Xeyrdar, Mihemed emîn Selamî, Meysem Kiranî, Arman Mûsewî, Mîlad Mîrzabegî, Peyam Mîrzabegî, Sîna Mîrzabegî, Diktor Sebah Kiyanî, Mesûd Sehamî, Mîlad Ferûxî, Newîd Mîrzayî, Cabir Ebdî, Emîr Huseyn Nadirî, Cewad Niyazî, Ferşîd Şekirsoxen, Arîna Muradî, Mesûd Sadiqî, Meysem Kuranyan, Mihemed Reza, Ebdula Rehmanzade, Meysem Nezerî, Yasîn Îlhamî, Emîr Nadirî û Saman Fetahî.
Hêjayî gotinê ye ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandan destpêkirine. Tevî ku rejîma Îranê bi tûndtirîn şêwaz rûbirûyê xwepêşandanan dibe, lê her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin. Di xwepêşandanan de zêdetirî 40 hezar xwepêşander hatine binçavkirin û girtin û zêdetirî 5 hezar jî hatine qetilkirin.