Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Medyaya İsrailê: Şewirmendê Bilind yê Xamineyî hat kuştin

Kanal 12 ya Îsraîlê ragihand ku Şêwirmendê Bilind yê Elî Xamineyî û Rêveberê Ofîsa wî a li Tehranê Esxer Mîrhicaz di êrişa hêzên hewayî yên Îsraîlê de hatiye kuştin.

Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) êrîşên xwe li ser Îranê û hedefgirtina berpirsên payebilind didomînin û hate ragihandin ku şêwirmendekî din yê payebilind yê Elî Xamineyî jî hate kuştin.

Têkildarî mijarê, Kanal 12 ya Îsraîlê ragihand ku Şêwirmendê Bilind yê Elî Xamineyî û Rêveberê Ofîsa wî a li Tehranê Esxer Mîrhicaz di êrişa hêzên hewayî yên Îsraîlê de hatiye kuştin.

Ev di demekê de ye ku beriya çend rojan Serokê DYA’yê Donald Trump got ku wan 49 fermandarên leşkerî û berpirsên payebilind ên Îranî kuştine.