Medya Îranê: Keç, zava û neviyê Xamaney hatin kuştin

Hate îdîakirin ku keç, zava û neviyê lîderê rûhanî yê Îranê Ayetûllah Alî Xamaney di êrişên hewayî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê de hatin kuştin.

Li gorî medya dewletê ya Îranê, ji malbata Ayetûllah Alî Xamaney hin endam di êrişên hewayî yên DYE û Îsraîlê de hatin kuştin. Medyayê diyar kir ku keç, zava û neviyê Xamaney hatin kuştin.

Tehranê têkildarî 'mirina Xamaney' hîn daxuyaniyeke fermî nedaye. Benjamin Netanyahu û Donald Trump doh îdîa kiribûn ku Xamaney hatiye kuştin.

Li hemberî vê yekê jî çavkaniyên ji Wezareta Karên Derve ya Îranê û dewletê ragihandin ku Xamaney wezîfeya xwe dewam dike û îdîayên mirinê jî weke "taktîka şerê psîkolojîk" pênase kirin.