Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li Rojhilata Navîn di 48 saetên pêşîn de pevçûn li herêmê belav bûn: Hejmara miriyan zêde dibe

Piştî êrîşên ku DYA û Îsraîlê li dijî Îranê dan destpêkirin, bi pêngavên tolhildanê yên Îranê re pevçûn li seranserê Rojhilata Navîn belav bûn. Di 48 saetên dawî de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî êrîşên ku DYA û Îsraîlê li dijî Îranê dan destpêkirin, bi pêngavên tolhildanê yên Îranê re pevçûn li seranserê Rojhilata Navîn belav bûn. Daxuyaniyên fermî û serbixwe yên ji welatan tên, eşkere dikin ku di 48 saetên pêşîn de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane. Lê belê, bi taybetî derbarê hejmara miriyên li Îranê de di navbera hejmaran de cudahiyên cidî hene.

Îran

Derbarê windahiyan de li Îranê de daneyên nakok hene.

  • Televîzyona dewletê Press TV, di nûçeya xwe ya ku dispêre Heyva Sor a Îranê de ragihand ku di êrîşan de 201 kes mirine.
  • Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ya bi navend DYA ye jî ragihand ku di heman rojê de herî kêm 133 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
  • Her wiha Fermandariya Parastina Sînor a Îlamê ragihand ku danê sibê êrîşî tabûra sînor a Mêhranê hatiye kirin. Li gorî daxuyaniyê, di êrîşê de 22 leşker ku 10 ji wan fermandar in hatine kuştin.
  • Tê diyarkirin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Îsrail

Li gorî servîsên rewşa awarte yên Îsraîlê, di êrîşên du rojên dawî de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.

  • Neh kes di êrîşeke li ser stargehekê li bajarê Beit Shemeshê de mirin.
  • Kesek jî ji ber mûşekeke ku li herêma Tel Avîvê ket, jiyana xwe ji dest da.

Iraq

Hêza paramîlîter a bi piştgiriya Îranê, Hêzên Seferberiya Gel a Iraqê (PHF), ragihand ku di êrîşeke hevbeş a DYA-Îsraîlê de yek ji baregehên wan bûye hedef û 4 endamên wan hatine kuştin.

Sûrî

Hate ragihandin ku ji ber mûşekeke ji Îranê hatibû avêtin li bajarê Siweyda yê li başûrê Sûriyeyê li avahiyekê ketiye, 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Mîrekiyên Erebî Yên Yekbûyî (MEY)

Wezareta Parastinê ya MEY’yê ragihand ku di êrîşên tolhildanê yên Îranê de 3 kes mirine. Li Ebû Dabî, ji ber perçeyên mûşekên ku pergalên parastina hewayî ew pûç kiribûn, kesek mir. Di êrîşa balafira bêmirov de ya li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Zayedê jî hate ragihandin ku kesekî jiyana xwe ji dest daye.

Kuweyt

Wezareta Tenduristiyê ya Kuveytê ragihand ku di êrîşên hewayî yên Îranê de 1 kes miriye.

DYA

Fermandariya Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) ragihand ku di dema operasyona li dijî Îranê de 3 leşkerên Amerîkî di êrîşan de hatine kuştin. Derbarê cih û dema bûyerê de hûrgulî nehatin parvekirin.

Operasyonên leşkerî li herêmê berdewam dikin û hîna derbarê hewildanên dîplomatîk de pêşketineke berbiçav tune ye. Metirsiya berfirehbûna pevçûnan û zêdebûna windahiyên sivîl di raya giştî ya navneteweyî de dibe sedema fikaran.