Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li Pakistanê di çalakiyên şermezarkirinê de herî kêm 25 kes mirin

Li Pakistanê di xwepêşandanên şermezarkirinê de ku piştî kuştina lîderê olî yê Îranê Alî Xamaney dawiya hefteyê rû dan, herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Xwepêşandan di serî de Karaçî li gelek bajarên mezin ên welêt hatin lidarxistin. Li gorî bîlançoya ku AFP'ê komî ser hev kiriye, herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Karaçiyê bi sedan xwepêşandêrên alîgirê Îranê hewl dan bikevin nav Konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û di encama şerê bi polîsan re herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 70 kes jî birîndar bûn. Çavkaniyên nexweşxaneyê diyar kirin ku li ser bedena birîndaran şopa birîna fîşekê heye.

LI BAKUR QEDEXEYA DERKETINA DERVE HATE RAGIHANDIN

Li herêma Gilgit-Baltistanê ya li bakurê welêt xwepêşandanên tund rû dan. Li bajarên Gilgit û Skarduyê di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlekariyê de şer qewimî. Herî kêm 13 kes mirin. Li herêmê bi şev qedexeya derketina derve hate ragihandin, yekîneyên artêşê li kolanan hate bicihkirin.

Li paytext Îslamabadê bi hezaran kes daketin kolanan. Li nêzî herêmeke dîplomatîk ku Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê lê ye, polîsan ji bo belavkirina girseya gel gazên ku çavan dişewitîne bi kar anîn. Hate ragihandin ku di vê bûyerê de jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

SEROKWEZÎR BAL KIŞAND SER 'HIQÛQA NAVNETEWEYÎ'

Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf kuştina Xamaney weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî pênase kir û ragihand ku gelê Pakistanê piştgiriyê dide Îranê.

Nûnertiyên dîplomatîk ên DYE û Îngilistanê yên li Îslamabadê hişyarî dan welatiyên xwe ku baldar bin.