Li Lubnanê hejmara miriyan gihîşt 394'an

Li Lubnanê hejmara qurbaniyên êrişên Îsraîlê gihîşt 394'an.

Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Rakan nasreddin ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku di nava hefteya dawî de di êrişan de 83 zarok û 42 jinan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku ji 2'ê Adarê û vir ve jî hejmara qurbaniyan gihîştiye 394'an.

Wezîr Nasreddin bi bîr xist ku di bîlançoya roja Şemiyê de 294 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi êrişên dawî re hejmara qurbaniyan gelekî zêde bûye.

BOMBARDÛMAN DEWAM DIKE

Artêşa Îsraîlê bi taybetî êrişê dibe ser başûrê Lubnanê, Geliyê Bekaayê û banliyoyên başûr ên Beyrûdê. Di şeva Şemî-Yekşemê de li banliyoyên başûr ên Beyrûdê sê êrişên cuda yên hewayî hatin kirin.

Li gorî çapemeniya Lubnanê, sibeha Yekşemê di êrişa li bajarokê Sir el-Garbiye ya li herêma Nabatiyeyê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezîrê Tenduristiyê Nasreddin her wiha ragihand ku tîmên tenduristiyê jî bûn hedefa êrişan û di nava hefteyekê de 9 wezîfedarên tenduristiyê hatin kuştin û êrişan bandor li ambûlansan jî kiriye.