Li Iraqê çeteyekî DAÎŞ'ê hate girtin

Li navçeya Felûce ya Enbarê çeteyekî DAÎŞ'ê hate girtin.

Çekdarên Seraya Selam ya girêdayî Muqteda Sedir ragihand ku li navçeya Felûce ya ser bi parêzgeha Enbarê çeteyek DAIŞ’ê girtine û radestî hêzên ewlekariyê kirin.

Hate diyarkirin ku çeteyê bi navê Husam Şakir Mehmûd bi nasnav Ebû Mihemed li Felûce hatiye girtin.

Gorî agahiyan çeteyê DAIŞ’ê yê hatî girtin li gorî madeya 4 ya terorê dihate lêgerî. Çete radestî hêzên îstîxbaratê û dije terorê hatiye kirin.

Hêjayî gotinêye ku piştî geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û dubare zêdebûna tevger û hejmara çeteyên DAIŞ’ê, fikara û metirsî li Iraqê zêde bûye. Li gel vê nêzî 7 hezar çeteyên DAIŞ’ê ji Sûriyeyê dê bînin Iraqê.