Li Iraqê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
Yekîneya Têkoşîna li dijî Terorê ya Iraqê ragihand ku 2 çeteyên DAÎŞ'ê li Enbarê hatin girtin.
Yekîneya Têkoşîna li dijî Terorê ya Iraqê ragihand ku 2 çeteyên DAÎŞ'ê li Enbarê hatin girtin.
Yekîneya Têkoşîna li dijî Terorê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajarê Enbarê operasyon kiriye û 2 çeteyên DAÎŞ'ê girtiye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, operasyon bi hevkariya Yekîneya Têkoşîna li dijî Terorê ya Silêmaniyeyê hatiye kirin û gelek stargehên DAÎŞ'ê hatin îmhakirin.
Her wiha hate ragihandin ku li Diyalayê jî di operasyonekê de gelek stargehên DAÎŞ'ê hatin îmhakirin.