Li dijî Îranê pêla nû ya êrişê: Hejmara payebilindên hatin kuştin zêde dibe

Êrişên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê dewam dikin. Îsraîlê ragihand ku wan dest bi pêleke nû ya êrişan a berfireh kiriye. Li eniya Îranê jî hejmara windahiya payebilindan zêde dibe.

Piştî destpêkirina operasyona "Hêrsa Destanî" ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê ya li ser Îranê ku 28'ê Sibatê destpê kir, şerê li herêmê bi giranî dewam dike.

PÊLA NÛ YA ÊRIŞAN

Artêşa Îsraîlê sibeha Yekşemê saet di 09:15'an de daxuyaniyek da û got, "Li hemberî hedefên rejîma terorê ya li Îranê, li nava dilê Tehranê pêleke nû ya êrişê hatiye destpêkirin."

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku hêzên hewayî di nava 24 saetên dawî de ji bo "xurtkirina serweriya hewayî û vekirina rêya ber bi Tehranê, êrişên berfireh pêk anîne."

HEJMARA WINDAHIYA PAYEBILINDAN ZÊDE DIBE

Beriya niha hatibû ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de lîderê olî yê Îranê Alî Xamaney hate kuştin. Rêveberiya Tehranê ji bo 40 rojî şîn, ji bo 7 rojan jî betlaneya fermî ragihand.

Îsraîlê jî ragihandibû ku şêwirmendê Xamaney Alî Şemhanî û Fermandarê Muxafizên Şoreşê Mûhammed Pakpûr jî di nav de 7 rayedarên payebilind hatin kuştin. Hate ragihandin ku Serokê Fermandariya Giştî jî hate kuştin.

Çapemeniya Îranê jî roja Yekşemê diyar kir ku şefê îstîxbarata neteweyî ya rêxistina polîsan a Îranê General Gulamreza Rezaîan jî di êrişên DYE-Îsraîlê de hate kuştin.

LI KENDAVÊ BERSIVDAYIN

Êrişên bersivdanê yên Îranê li herêma Kendavê belav bûn. Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Ûmmanê tankereke petrolê ya bi ala Palaû ya SKYLIGHT li Bendera Hasab a Ûmmanê bû hedef. Hate gotin, 20 personelên keştiyê hatin veguhestin û çar kes birîndar bûn.

Li Dûbaî jî parçeyên balafirên bêmirov ên ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatin xistin li qadên jîngehê ketin. Rayedaran gotin, 2 kes bi sivikî birîndar bûn.

LI RIYADÊ DENGÊ TEQÎNAN

Li rojhilatê paytexta Erebistana Siûdî Riyadê roja Yekşemê dengê teqînên mezin hate bihîstin. Şahidan diyar kirin ku dengê çend teqînên mezin bihîstine û piştî teqînan dû bi ser qadê ketiye.

SEROKKOMARÊ ÎRANÊ: RAGIHANDINA ŞERÊ LI DIJÎ MISILMANAN E

Serokkomarê Îranê Mesdu Pezeşkiyan kuştina Xamaney weke "Îlana şer a li dijî Misilmanan bi taybetî jî li dijî Şîa" pênase kir.

Pezeşkiyan anî ziman ku hilanîna tola Xamaney ji bo Îranê "maf û wezîfeyeke rewa ye."

JI LARÎCANÎ GEFA 'ÊRIŞEKE NEDÎTÎ'

Serokê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî ya Bilind a Îranê Alî Larîcanî roja Yekşemê piştî êrişên li ser Komara Îslamê soz da ku wê bi rengekî nehatiye dîtin bi xurtî êrişekê bibe ser hedefên DYE û Îsraîlê.

Larîcanî li ser X'ê weke Trump tîpên mezin bi kar anî û ev parvekir kir: "DOH ÎRANÊ FUZE AVÊT DYE Û ÎSRAÎLÊ Û ZERAR DA WAN. ÎRO BI RENGEKÎ KU BERÊ QET NEDÎTINE, EM Ê BI XURTÎ LI WAN BIXIN."

ÎMARAT HIŞYARÎ DA ÎRANÊ

Şêwrmendê Serokdewletê Îmaratê Enver Gargaş bang li Îranê kir û got, "Şerê we ne li dijî cîranên we ye."

Gargaş anî ziman ku êrişên li ser welatên Kendavê di demeke krîtîk de Îran hîn bêhtir bi tenê kiriye û bang li Tehranê kir ku rageşiyê mezintir neke.

LI PAKISTANÊ 8 KES HATIN KUŞTIN

Şer li derveyî herêmê jî bandora xwe kir. Li bajarê Karaçî yê Pakistanê di xwepêşandana alîgirya Îranê de ya li ber Konsolosxaneya DYE'yê herî kêm 8 kes hatin kuştin, 20 kes jî birîndar bûn.

Tîmên alîkariyê diyar kirin ku bi birîndaran re bi giranî birîna fîşekê heye.