Li Bexdayê li hemberî baca gumrikê xwepêşandanan destpê kirin
Bazirgan û dikandarên li Bexdayê li hemberî baca gumrikê dikan û bazar girtin û dest bi çalakiyên şermezarkirinê kirin.
Bazirgan û dikandarên li Bexdayê li hemberî baca gumrikê dikan û bazar girtin û dest bi çalakiyên şermezarkirinê kirin.
Li Bexdayê dikandar û bazirganan li dijî sepandina baca nû ya gumirkê ku ji aliyê hikumetê ve xistiye meriyetê, dest bi xwepêşandanê kirin. Dikandaran dikanên xwe venekerine û bazar girtî mane. Odeya Bazirganên Iraqê jî bi daxuyaniyekê bang li tevayî bazirgan û xwediyên kar kir ku tevlî greva giştî bibin û bazaran girtî bihêlin.
Li gorî daxuyaniya Odeya Bazirganên Iraqê, wê gava girtina bazaran heta demek nediyar dewam bike.
Li gorî xwepêşander dibêjin, ev baca nû bûye sedemê sistbûna kirîn û firotina kelûpelan û ziyanek mezin bi bazaran gihandiye. Xwepêşandêr diyar dikin ku wê xwepêşandanên wan dewam bikin heta ku aliyên peywendîdar bersiva wan didin û çareseriyek guncaw ji bo pirsgirêkên wan dibînin.
Biryar e ku îro Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê li ser giliyên ku li dijî sepandina vê baca nû ya gumrikê hatine kirin, bicive û biryarê bide.