BI DÎMEN

Li Bexdayê alîgirên Îranê hewl dan bikevin nava Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê

Li Bexdayê, piştî kuştina Alî Xamaney alîgirên Îranê daketin qada û hewl dan bikevin nava Sefaretxaneya Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li Herêma Kesk.

Li gorî ajansa Rojnewsê li dijî kuştina Alî Xamaney Xamineyî li paytexta Iraqê Bexdayê xwepêşandan destpêkirin.

Hate ragihandin ku îro alîgirên Îranî piştî kuştina Xamineyî li Bexdayê daketin kolanan û li nêzîkî pira daliqandî dema ku xwepêşanderan hewl dan astengiyên betonî bişkînin û êrişî Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê ya li Bexdayê bikin pevçûn derketin.

Her wiha diyar kir ku polîsên çalakiyên sivîl bi giranî li deriyên Herêma Kesk hatine belavkirin û hêzên zêdetir li pişt wan rawestiyane da ku pêşî li zêdebûna xwepêşandanan bigirin.

Rewşa li dora Herêma Kesk aloz e. Di heman demê de hêzên ewlehiyê ji bo kontrolkirina rewşê û pêşîgirtina li her pêşveçûnek gengaz ku dikare gefê li şandeyên dîplomatîk an saziyên hikûmetê li Herêma Kesk bike, xwepêşanderan belav dikin.

Hêjayî gotinê ye ku li bajarên Besra, Meysan û çend bajar û bajarokên din ên Iraqê li dijî kuştina Xamaney ji aliyê Îsraîl-DYE'yê ve, xwepêşandan hatine destpêkirin.