Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan HRANA'yê, di xwepêşandanên şermezarkirinê de heta niha herî kêm 3 hezar û 120 kes hatin ukştin, ku 22 ji wan zarok bûn. Her wiha 3 hezar kes jî birîndar bûn û 24 hezar û 622 kes jî hatin binçavkirin.
Rejîmê ji bo tepisandina çalakiyan xetên înternet û ragihandinê qut kiriye û avêt ser gelek malan.
Li bajarên Rojhilat jî sewqiyateke mezin a leşkerî hate kirin û kolanên herêmê 24 saetan kontrolkirî ne. Hate ragihandin ku destwerdan bi bombeyên gazê û çekên cuda tê kirin û mal û kargehên çalakgeran bi boyaxên taybet hatine işaretkirin.
Lîderê olî yê Îranê Alî Xamaney bi gotina "Yên ku tevlîheviyê dikin û piştgiriya biyanî werdigirin" çalakger kir hedef û Serdozgeriya Tehranê jî îdîayên darvekirinê red kir. Serokê DYE'yê Donald Trump jî bi gotinên tund rexne li Xamaney kir û got, "Dem hatiye ku li Îranê li lêgeriyeke nû bê gerîn."