Li Îranê terora îdamê didome: Di rojekê de 13 kes hatin îdamkirin

Rejîma Îranê, cezayê îdamê weke amûreke sîstematîk a zext û çewisandinê bi kar tîne. Li gorî agahiyên ku saziya HRANA’yê ragihandine, rejîma Îranê sibeha şemiyê li girtîgehên bajarên cuda yên welat herî kêm 13 kes îdam kirine.

Li gorî rapora HRANA'yê îdam li girtîgehên Xoremabad, Sine, Dezfûl, Elîgûderz, Kirmaşan, Yasûc, Nehavend, Zahedan, Hemedan û Girtîgeha Navendî ya Karaj a Tehranê hatine pêkanîn. Hat ragihandin ku kesên hatine îdamkirin, ji aliyê dadgehên bi ser rejimê ve bi sûcên "hişbir" û "kuştinê" hatine darizandin.

Rêxistina mafên mirovan nasnameya 10 kesên ji 13 kesên hatine îdamkirin piştrast kir. Li gorî vê yekê, di nav kesên hatine îdamkirin de navên wekî Elî Feza Xoşneşîn, Ferşad Şeyxî, Evîn Surxî, Cefer Feryadî, Elî Serlekabad, Soşa Muradî, Behzad Meşayexî, Mihemed Elî Seîdlû, Murad Golî û Ebûlfezl Neqevî hene. Hat diyarkirin ku xebatên ji bo tespîtkirina nasnameya sê kesên din berdewam dikin.

HRANA'yê bal kişand ku ev îdam parçeyek ji polîtîkaya înfazê ya rejima Îranê ya ku demên dawî de zêde bûye ne. Li gorî daneyên rêxistinê, li Îranê di navbera 1'ê Çileya 2025'an û 1'ê Çileya 2026'an de herî kêm 2 hezar û 63 kes hatine îdamkirin. Ev hejmar li gorî sala par tê wateya %119 zêdebûnê. Rêxistinên mafên mirovan tevî van daneyan teqez dikin ku îdamên li Îranê gihîştine asta herî bilind a 10 salên dawî.

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî di daxuyaniya meha borî de diyar kir ku rejima Îranê înfazan wekî "amûreke tirsandin û çewisandina bi destê dewletê" bi kar tîne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev polîtîka bi taybetî li ser kêmneteweyên etnîkî û koçberan bandoreke nehevseng ava dike.

Rêxistinên mafên mirovan bang li raya giştî ya navnetewî dikin ku ji bo rawestandina îdamên zêde yên li Îranê gavên bi bandortir û şênber biavêjin.