Li Îranê rojnamevan Îlaya Mihemed hate binçavkirin
Rojnamevan Îlaya Mihemed ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve bêyî hincetek bê nîşandan hate binçavkirin.
Rojnamevan Îlaya Mihemed ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve bêyî hincetek bê nîşandan hate binçavkirin.
Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, rojnamevana bi navê Îlaya Mihemed doh hate binçavkirin û heya niha jî nayê zanîn ji ber çi hatiye binçavkirin.
Hêjayî gotinê ye Îlaya Mihemed di 29’ê Îlona 2022’yan de hatibû binçavkirin.
Wê demê Îlaya salek û 5 meh di girtîgehê de mabû.