Larîcanî: Desteyeke demkî ya rêbertî wê bê avakirin
Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê Elî Larîcanî ragihand ku wê desteyeke demkî ya rêbertî were avakirin û got: "Îran bi dijwarî wê bersiva her êrişeke ji derve bide."
Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê Elî Larîcanî ragihand ku wê desteyeke demkî ya rêbertî were avakirin û got: "Îran bi dijwarî wê bersiva her êrişeke ji derve bide."
Piştî ragihandina kuştina Rêberê Olî yê Îranê Alî Xamaney, Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Alî Larîcanî li ser rêveberiya nû axivî.
Alî Larîcanî got: “Bersiva me zelal bû, hêzên me bi tevahî ji bo şer amade ne, êrişên me dê ji bo Amerîkiyan ji her demê bêtir êşdar bin. Hêzên çekdar ên Îranê ‘hişyarin’ û bersiva Îranê ji her kiryarek dijminên xwe re dê ji her tiştê ku wan berê dîtiye bihêztir be.”
Li ser valahiya piştî kuştina Alî Xamaney di rêveberiyê de Elî Larîcanî wiha ragihand: "Plan li gorî destûra bingehîn a Îranê ne. Di demek nêzîk de desteyeke demkî ya rêbertî were damezrandin."
Larîcanî rexne li Serokê Amerîkayê Donald Trump kir ku ew li pey Îsraîlê diçe û got Îsraîl hewl dide bi alîkariya Amerîkayê Îranê parçe bike û çavkaniyên wê talan bike.
Alî Larîcanî tekezî kir ku Îran her hewldanek ji bo parçekirina welêt an jî têkdana yekparçeyiya wê qebûl nake û got: “Her kesê ku difikire ku mirina Xamineyî wê rejîmê hilweşîne, pir şaşe. Emê dilê amerîka û Îsraîlê bişewitînin, çawa ku wan dilê me bi Rêberê Bilind ê Îranê şewitandin.”
Hêjayî gotinêye ku piştî doh Îsraîl û Amerîkayê li dijî Îranê şer destpê kir, serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Alî Xamaney kuştiye. Supayê Pasdaran ya Komara Îranê bi daxuyaniyek fermî kuştina Rêberê Olî yê Îranê Alî Xamaney piştrast kir. Supayê Pasdaran soz tolhildanê da. Herwiha Encumena Ewlehiya Neteweyî ya Îranê jî di televziyona fermî ya dewleta Îranê de, kuştina Alî Xamaney piştrast kir.