Ji Îsraîlê tedbîrên nû yên ji bo berfirehkirina kontrola li ser Şerîa Rojava

Desteya Ewlekariyê ya Îsraîlê ji bo xurtkirina kontrola Îsraîlê ya li ser Şerîa Rojava hin tedbîrên nû erê kir.

Li gorî daxuyaniya hevpar a Wezaretên Parastin û Maliyeyê yên Îsraîlê, biryar ji bo "Guhertina bingehîn a rastiya sivîl û hiqûqî" ya li Şerîa Rojava hatiye wergirtin.

Di vê çarçoveyê de, tê plankirin ku pêkanîna ji dema rêveberiya Urdunê maye (Beriya 1967) û firotina zeviyan li Yahûdiyan qedexe dike, ji holê bê rakirin.

Tedbîrên nû her wiha wê derfetê jî dide ku hin qadên olî yên di bin erka Rêveberiya Fîlîstînê de ne ji aliyê meqamên Îsraîlê ve bêne birêvebirin. Di nava van de Mizgefta Hz. Îbrahîm (Şikefta Patrîkan) a li El Xelîlê û Gora Rahel a li Beytullahîmê jî hene.

Ji bo şêniyên Îsraîlê yên li navenda bajêr ên li qadên parastî yên leşkerî yên li El Xelîlê dimînin, wê prosedurên avakirina avahiyan bê hêsankirin.

Destûra lêkirina avahiyan ku beriya niha pêwîstî bi erêkirina hevpar a Şaredariya Fîlîstînê û meqamên Îsraîlê hebû, ji niha û pê ve wê tenê ji aliyê otorîteyên Îsraîlê ve bê dayin.

Rêveberiya Îsraîlê diyar kir ku li gorî Peymanên Osloyê li herêmên A û B ên ser bi Rêveberiya Fîlîstînê wê kontrola yekser ava bike û li hemberî binpêkirinên têkildarî bikaranîna avê, qadên arkeolojîk û hawirdorê têbikoşe.

Wezîrê Maliyeyê yê rastgirê tund Bezalel Smotrich biryar bi kêfxweşî pêşwazî kir.

Wezîrê Parastinê Israel Kat jî Şerîa Rojava bi navê di Încîlê re derbas dibe bi bîr anî û got, "Yahûdiye-Samîriye dilê welêt e; xurtkirina vê derê di asta yekemîn de ji bo berjewendiyên ewlekarî, neteweyî û siyonîst e."