Vance ji Fox Newsê re axivî û lihevkirina her du welatan a têkildarî berdewamkirina diyalogê weke geşedaneke erênî nirxand. Lê belê îfade kir ku hin şert û mercên sereke yên ji aliyê rêveberiya Trump ve hatine diyarkirin, hê ji aliyê Îranê ve nehatine qebûlkirin.
Vance diyar kir ku armanca sereke ya Washingtonê ew e ku pêşiyê li Îranê bigire ku çekên nukleerî pêş nexe û destnîşan kir ku ji bo ku Trump xwe bigihîne vê armancê xwediyê gelek ‘’alternatîf û rêbazan e.’’
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî jî diyar kir ku çareserkirina nelihevkirina di navbera aliyan de wê dem bigire.
Rêveberiya Tehranê diyar dike ku ew amade ye bernameya xwe nukleerê sînordar bike lê belê li hemberî vê yekê rakirina pêkanînên aborî yên giran daxwaz dike.
Her wiha Îranê destnîşan kir ku ew di mijarên bernameya moşekên balîstîk û piştgiriya ji bo komên çekdarî yên herêmî de tawîzê nade.
Vance got ku dîplomasiya Trump xwediyê wî mafî ye biryarê bide ku wê kengî pêvajo bi dawî bibe û hemû vebijark li ser maseyê ne.
Di gel ku tê diyarkirin DYE li herêmê xwedî hêzeke leşkerî ya girîng e jî rêveberiya Îranê dibêje ku ew ji vê yekê bandor nabin.