Iraqê ragihand ku 2 hezar û 250 endamên DAÎŞê radestî wan hatine kirin

Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê Saad Maan ragihand ku ji aliyê Sûriyeyê ve 2 hezar û 250 endamên DAÎŞê radestî Iraqê hatine kirin. Hat diyarkirin ku pêvajoya radestkirinê bi koordînasyona koalîsyona navdewletî hatiye meşandin.

Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê Saad Maan, di daxuyaniya xwe ya ji bo ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê (INA) de diyar kir ku 2 hezar û 250 endamên DAÎŞ'ê ji aliyê Sûriyeyê ve bi rêya bejayî û hewayî radestî Iraqê hatine kirin. Maan da zanîn ku pêvajoya radestkirinê bi koordînasyona koalîsyona navdewletî û bi hewildanên zêde yên hêzên ewlehiyê yên Iraqê pêk hatiye û got ku ev kes di navendên fermî yên bi ewlehiya bilind de têne girtin.

Maan destnîşan kir ku tîmên pispor dest bi lêpirsîna destpêkê û dabeşkirina li gorî asta rîskê ya endamên DAÎŞê yên radestkirî kirine û îfadeyên wan jî rasterast di bin çavdêriya dadweriyê de têne girtin.

Maan bal kişand ser wê yekê ku prensîba bingehîn a Iraqê ev e ku her kesê ku li dijî Iraqiyan sûc kiriye û endamtiya wî ya DAÎŞê hatiye tespîtkirin, di dadgehên Iraqê de were darizandin. Her wiha got ku Wezareta Karên Derve derbarê girtiyên biyanî de pêwendiyên xwe yên bi welatên peywendîdar re didomîne.

Maan diyar kir ku piştî temambûna prosedurên zagonî, wê pêvajoya radestkirina endamên DAÎŞê yên biyanî bo welatên wan dest pê bike û hêzên ewlehiyê xebatên xwe yên li ser vê dosyayê didomînin.