Iraqê êrîşa li dijî Heşdî Şabî piştrast kir
Şaneya Ragihandinê ya Ewlekarî ya Iraqê ragihand ku di êrişa li herêma Cerf Sexir ya Babilê de, du endamên Heşdî Şabî mirine.
Şaneya Ragihandinê ya Ewlekarî ya Iraqê ragihand ku di êrişa li herêma Cerf Sexir ya Babilê de, du endamên Heşdî Şabî mirine.
Îro li herêma Cerf Sexir ya ser bi parêzgeha Babilê êrişek hewayî pêkhat û di encamê de du endamên hêzên Heşdî Şabî mirine.
Şaneya Ragihandinê ya Ewlekarî ya Iraqê êrişa li Babilê piştrast kir. Li gorî daxuyaniyê saet 11:50’an li herêma Cerf Sexir ya dikeve bakurê parêzgeha Babilê, êrişên hewayî pêkhatine û di encamê de du endamên Heşdî Şeebî mirine û 3 jî birîndar bûne.