Hizbullaha Iraqê: Em ê êrîşî baregehên DYE’yê bikin

Lîwaya Hizbullahê ya li Iraqê ragihand ku ew ê di demek nêzîk de êrîşên ser baregehên leşkerî yên DYE’yê bidin destpêkirin.

Danê siharê Artêşa Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li dijî Îranê operasyonek mezin dan destpêkirin. Îran jî bi mûşekan bersiva êrîşan dide. Di demek ku êrîş li ser Îranê tê kirin de, çavê her kesê jî li alîgirên Îranê yên li Iraqê ne.

Lîwaya Hizbullahê ya li Iraqê derbarê êrîşan de daxuyaniyek weşand.

Lîwaya HizbUllah ya li Iraqê ragihand ku ew ê di demek nêzîk de êrîşî baregehên leşkerî yên Emerîkayê bikin.

Hêjayî gotinê ye îro baregehek Hizbûllaha Iraqê ya li herêma Xerf Sexir ya li parêzgeha Babilê hatibû bombebarankirin.