Gallant: Netanyahu têkildarî bûyerên 7’ê Cotmehê derewan dike

Wezîrê Parastinê yê berê yê Îsraîlê Yoav Gallant şeva şemiyê di roportaja dayî televîzyona N12 de rexneyên tund li Serokwezîr Binyamin Netanyahu kir.

Gallant, Netanyahu sûcdar kir ku têkildarî biryarên saetên ewilî yên operasyon û helwesta di dema êrîşên 7’ê Cotmehê de, raya giştî xapand.

Gallant diyar kir ku belgeyên ji aliyê Netanyahu ve pêşkêşî dewletê hatine kirin, hewldaneke bi zanebûn a ji bo “xapandinê” ye.

Gallant got, “Min qet nedifikirî ku ez ê neçar bibim vê di raya giştî de bêjim, lê serokwezîr derewan dike.”

Galland îdîayên ku dibêjin Netanyahu sihara 7’ê Cotmehê li dijî nêrînên saziyên ewlekariyê derketiye, red kir û got, wê rojê saet 09.00’an bi artêşa Îsraîlê re nirxandina rewşê temam kir û Netanyahu jî hîna negihiştibû biryargeha leşkerî ya li Tel Avivê.

Gallant ev tişt jî got, “Min îlan kir ku em di nava şer de ne, ji bo cîgir û yekîneyên rêkûpêk min fermana seferberiya tam da û min fermana li bakur û başûr bicihbûna lezgîn da. Serokwezîr ne li wir bû, lewma nikare xwedî li biryarên hatine girtin derkeve.”

Gallant destnîşan kir ku tiştên qewimîne ne tenê cudabûneke fikrî ya operasyonel e û pirsgirêka esas veguherî krîza ewlehiyê.