Fransa ji bo Tengava Hurmizê mîsyona parastinê amade dike

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, roja duşemê li Qibrisê daxuyand ku ji bo ji nû ve vekirina Tengava Hurmizê mîsyoneke navneteweyî ya "bi tevahî ji bo parastinê" amade dikin.

Macron, piştî êrîşên Îsraîl û DYA’yê yên 28’ê Sibatê yên li ser Îranê, di dema zêdebûna tengezariya li herêmê de serdaneke kurt a girava Qibrisê ya li Deryaya Navîn kir.

Lîderê Fransî, balafirgeha leşkerî ya Paphosê ya li başûrê rojavayê giravê ziyaret kir û bi Serokkomarê Qibrisê Nikos Christodoulides re civiya. Macron li vir di daxuyaniya xwe de got, "Êrîşa li ser Qibrisê, êrîşa li ser Ewropayê ye." Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis ê ku di hevdîtinê de amade bû jî diyar kir ku metirsiya li ser her parçeyekî axa Ewropayê nayê qebûlkirin.

Mitsotakis destnîşan kir ku gavên li herêmê têne avêtin "bi temamî ji bo parastinê ne û nayê wateya tu angajmaneke leşkerî."

LI ROJHILATÊ DERYAYA NAVÎN TEVGERA LEŞKERÎ YA FRANSAYÊ 

Di dema serdana Macron de hebûna leşkerî ya Fransayê ya li herêmê jî hate berfirehkirin. Fransa, Îtalya û Spanyayê her yekê fîrqateyek şandin herêmê. Macron her wiha ji bo biçe ser keştiya balafiran a Fransî Charles de Gaulle ku ber bi Rojhilatê Deryaya Navîn ve hatî şandin, ji Qibrisê veqetiya. Keştiya balafiran niha li beravên Girîtê ye.

Hate ragihandin ku hêzên deryayî yên Fransayê li herêmê bi cih kirine; dê ji hêzeke deryayî ya berfireh ku heşt fîrqateyn û du keştiyên helîkopteran ên amfîbî dihewîne pêk bê. Qada çalakiya van hêzan dê Rojhilatê Deryaya Navîn, Deryaya Sor û Tengava Hurmizê bigire nav xwe.

JI BO TENGAVA HURMIZÊ PLANA ERKA NAVNETEWEYÎ

Macron diyar kir ku dema qonaxa herî dijwar a şer bi dawî bibe, dê erka eskortiya navneteweyî bikeve dewrê. Li gorî vê, koma peywirê dê bi keştiyên konteyneran û tankerên petrolê re bibe eskortî û bi vî rengî dê trafîka bazirganî ya li Tengava Hurmizê ji nû ve dest pê bike.

Macron got, "Ev hem ji bo bazirganiya navneteweyî hem jî ji bo ku petrol û gaz ji nû ve ji vê herêmê derkeve, xwedî girîngiyeke jiyanî ye." Ji ber ku piştî êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê di rojên dawî de tengav bi pratîkî nayê bikaranîn, bihayê enerjiyê bi lez zêde bû.

Serokkomarê Fransayê anî ziman ku misyona navborî ligel welatên Ewropayê, bi hin dewletên derveyî Ewropayê re jî tê amadekirin. Hat diyarkirin ku rêveberiya Parîsê bi taybetî bi Hindistan û hin welatên Asyayê re hevdîtinan dike.

KOORDÎNASYONA ENERJİYÊ YA G7

Fransa ku îsal serokatiya dema G7 dike, dê roja sêşemê di çarçoveya lûtkeya enerjiya nukleerî ya sîvîl de ku li Parîsê tê lidarxistin, wezîrên enerjiya G7 bîne cem hev.

Macron got ku ew dixwazin li dijî pêldana di bazarên enerjiyê de, di navbera welatên G7 de koordînasyoneke nêzîk ava bikin. Di nav vebijarkên welatên G7 Fransa, DYA, Keyaniya Yekbûyî, Îtalya, Almanya, Kanada û Japonya de bikaranîna razên petrolê yên stratejîk jî heye.

BANGA JI BO LIBNAN Û HIZBULLAHÊ

Macron her wisa diyar kir ku di dema firîna xwe de bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re bi telefonê axiviye. Lîderê Fransî bang li Hizbullaha nêzî Îranê kir ku êrîşên ji axa Libnanê pêk tîne rawestîne.

Macron got, "Divê Îsraîl jî operasyonên xwe yên leşkerî û êrîşên xwe yên li Libnanê di zûtirîn demê de rawestîne" û destnîşan kir ku divê serwerî û yekparçeyiya axa welat ji nû ve bê sazkirin. Li gorî Macron, ewlehiya Libnanê tenê divê artêşa fermî ya welat dabîn bike.