Organîzator vê hewldanê wekî "mezintirîn destwerdana mirovî ya koordînekirî ya dîrokê ji bo Filistînê" pênase dikin û diyar dikin ku tê payîn ji zêdetirî 100 welatan bi hezaran kes beşdar bibin.
Aktîvîstê Brezîlyayî Thiago Avila ji AFP’ê re axivî û got ku dê keştî ji Barselona, Tûnis, Îtalya û lêmanên din ên ku hîn nehatine eşkere kirin, bi rê bikevin. Li gel fîloya deryayî, dê konvoyeke bejayî jî ji xaleke veşartî hewl bide bigihîje Xezayê.
Global Sumud diyar kir ku zêdetirî 1.000 pisporên ku di nav wan de bijîşk, hemşîre, xebatkarên tenduristiyê, mamoste, endezyar û lêkolînerên pisporên warê sûcên şer û tevkujiya ekoyê hene, dê beşdarî operasyonê bibin.
Kom vê hewldana xwe wekî "bersiveke bê tundî a li dijî dorpêç, birçîbûna girseyî û wêrankirina jiyana sivîl" a li Xezayê bi nav dike.
Aktîvîstan di cotmeha borî de jî bi fîloyeke mîna vê hewl dabûn bigihîjin Xezayê, lê piştî destwerdana hêzên Îsraîlê hatibûn desteserkirin û dersînorkirin. Îsraîl angaşt dike ku ev fîlo ji hêla kes û saziyên nêzî Hemasê ve tê fînansekirin.
Di fîloya berê de nêzî 45 keştî hebûn û navên wekî aktîvîsta avhewayê ya Swêdî Greta Thunberg jî beşdar bibûn.