Fermandariya Operasyonên Nînova li sînorê Sûriyeyê amade ye

Fermandariya Operasyonên Nînovayê ragihand ku hêzên wan li ser sînorê Sûriyeyê amade ne û rewşa ewlehiyê aram e.

Piştî aloziyên li Sûriye û êrişên çeteyên Colanî û dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber metirsî û fikarên derbazbûna aloziyan li nav Iraqê, Fermandariya Operasyonên Nînovayê têkildarî sînorên hevbeş ên li gel Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.

Fermandariyê ragihand ku rewşa ewlehiya li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê bi giştî aram e, her wiha Şengal û hemû deverên parêzgehê bi giştî parastî ne.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Nînovayê, ji bo parastina welatiyan û ewlehiya navçeyan, hêzên wan li hemû kertan hatine bicihkirin.  

SEDIR: IRAQ DIVÊ GIRÎNGIYÊ BIDE METIRSIYÊN LI DERDOR

Şeva borî li ser bûyerên li Sûriyeyê û metirsiya wê ya li ser Iraqê Serokê Tevgera Netewî ya Şîeyan Muqteda Sedir jî peyamek belav kiribû û gotibû: “Dest ji nakokiyên navxweyî berdin, girîngiyê bidin metirsiyên li derdor. Dîrok rehmê bi we nake. Nabe Iraq bê terkkirin, wekî din ew ê bibe destpêka dawiyê.”

Her wiha destnîşan kir ku ya ku li Sûriyeyê li nêzîkî sînorê Iraqê diqewime, ne tiştek ku mirov kêm binirxîne ye û got: “Divê em vê mijarê pir cidî bigirin. Metirsiyek nêzîke û terorîzm ji hêla hêzên cîhanî ve tê piştgirî kirin. Divê demildest sînor û deriyan biparêzin û tavilê hêz bişînin.”