Federasyona Navneteweyî ya Xaça Sor û Heyva Sor, di derbarê xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyek belavkirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di dema xwepêşandanên li Îranê de, karmendên wan ê bi navê Emîr Elî Letîfî dema li ser erka xwe bû li parêzgeha Geylan a li bakurê Îranê hate qetilkirin û 5 karmend jî birîndar bûn.
Hate destnîşankirin ku ewlehî û parastina karmendên wan ji bo misogerkirina berdewamiya gihandina alîkariya jiyanî û rizgarkeriyê, bi awayekî bêalî, ji bo kesên bandor bûyîn pir girînge.
Di heman daxuyaniyê de Federasyonê fikarên xwe ya kûr li ser bandora aloziyên berdewam ên li ser gelên Îranê diyar kirin û ragihandin ku dubare dikin ewê bi hevahengiya bi Heyva Sor a Îranê re pêşveçûnan ji nêz ve bişopîne.
Hêjayî gotinê ye ku Federasyona Navneteweyî ya Komeleyên Xaça Sor û Heyva Sor tevnek mirovî ya cîhanî ye ku 17 milyon karmend û xwebexş li zêdetirî 191 welatan hene.