Elmanya ji ber aloziyê hinek leşkerên xwe ji Hewlêrê vekişandin

Wezareta Parastinê ya Elmanyayê ragihand ku ji ber zêdebûna rageşiya li Rojhilata Navîn, wan komek leşkerên xwe ji baregeha leşkerî ya li bajarê Hewlêrê vekişandine.

Berdevkekî wezaretê ji ajansa AFP’ê re axivî û diyar kir ku vekişandina vê koma leşkeran tevdîreke e. Hat diyarkirin ku ev biryar erkdarên ku ji bo erkê ne mecbûrî ne û hejmara wan di navbera 10 û 99an de ye li wir e.

Li gorî nûçeya kovarara Elmanî Der Spiegelê, leşker bi rêya hewayî birine Urdunê. Artêşa Elmanyayê (Bundeswehr) di destpêka meha sibatê de jî hebûna xwe ya li Başûrê Kurdistanê kêm kiribû. Elmanya di çarçoveya mîsyona NATO’yê de piştgiriyê dide hêzên ewlehiyê yên Iraqê.

Wezareta Parastinê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku: "Parastin û ewlehiya leşkerên Elman di lîsteya pêşîn de ye."

Hat ragihandin ku li Hewlêrê tenê ew personelên ku ji bo birêvebirina fermandariya kampê hewce ne dê bimînin; li Bexdayê jî hejmareke kêm a leşkeran wekî şêwirmend erka xwe didomînin.

Li gorî agahiyên Der Spiegelê, li Iraq û Urdunê bi giştî nêzî 300 leşkerên Elman hene. Beşek mezin ji van leşkeran li Urdunê ne û di çarçoveya koalîsyona navneteweyî ya li dijî terorê de, bi balafirên sotemeniyê piştgiriyê didin.

Geşedanên li herêmê, bi zêdebûna sewkiyata leşkerî ya DYA’yê  ya li Kendavê re, bûne sedema pêleke nû ya rageşiyê. Gelek dezgehên ragihandinê yên Amerîkayê angaşt dikin ku dibe ku ji dawiya hefteyê û pê de êrîş dest pê bikin.

Berdevka Qesra Spî, Karoline Leavitt diyar kir ku ji bo destwerdaneke leşkerî ya li dijî Îranê "gelek sedem û arguman hene." Washingtonê destnîşan kir ku heke Tehran di mijara bernameya nukleer de li ser peymanekê li hev bike, dê "di berjewendiya wan de be." Îran jî li aliyê din mafê xwe yê dewlemendkirina nukleerî diparêze.