Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

DYE’yê êrîşî keştiya şer a Îranê kir: Herî kêm 80 kes jiyana xwe ji dest dan

Keştiya şer a Îranî "Iris Dena" li peravên Srî Lankayê hate hedefgirtin; hat ragihandin ku 180 kes di keştiyê de bûn, û operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Srî Lankayê Arun Hemachandra ragihand ku keştiya binavî ya DYE’yê li peravên başûrê Srî Lankayê êrîşeke torpîdoyê li ser keştiyeke şer a Îranî pêk anî. Di encamê de herî kêm 80 kes jiyana xwe ji dest dan.

Wezîrê Karên Derve Vijitha Herath diyar kir ku yek ji keştiyên şer ên Îranê "Iris Dena", di saetên sibehê de bi qasî 40 kîlometreyan li başûrê Bendera Galle bangek awarte şandiye û 180 kes di keştiyê de bûn. Rayedarên Srî Lankayê ji bo dîtina ekîba mayî operasyoneke lêgerîn û rizgarkirinê dane destpêkirin.

Li gorî Associated Pressê keştiya Îranî beşdarî tetbîqata deryayî ya di navbera 18 û 25’ê Sibatê de li Kendava Bengalê bû. Malpera tetbîqata deryayî ya "Milano" ku ji hêla Hindistanê ve tê lidarxistin, daxuyand ku keştiya Îranî ya bi navê "Irins Dena" beşdarî tetbîqatê bûye.