Di çarçoveya plana agirbesta ku di 10’ê Cotmeha 2025’an de ket meriyetê, tê pêşbînkirin ku FIS li Şerîda Xezeyê bê bicihkirin.
Li gorî televîzyona dewletê ya Îsraîlê Kanê, Îtalya, Kosova, Albanya û Kazakistan dê leşkeran ji bo tevlîbûna vê hêzê bişînin. Hêz dê ji hêla sergeneralê Artêşa DYE’yê Jasper Jeffers ve were rêvebirin.
Li gorî agahiyan, perwerdehiya yekîneyên ku dê di FIS’ê de xizmet bikin li Urdunê pêk tê û ber bi temambûnê ve diçe.
Hat ragihandin ku Tirkiye dixwaze tevlî vê hêzê bibe, lê Îsraîl li dijî vê yekê derdikeve. Lîsteya welatên ku dê tevlî vê hêzê bibin hîna bi temamî nehatiye zelalkirin.
Li gorî çavkaniyên dîplomtîk ê ji Bloombergê re ragihandine, pêşniyara tevlîbûna FIS’ê ji Îtalyayê re hatiye ragihandin, lê Serokwezîr Giorgia Meloni hîn erêkirina fermî nedaye.
Her çiqas nezelaliyek di derbarê destpêkirina qonaxa duyemîn a agirbestê de berdewam bike jî, êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê berdewam dikin. Di êrîşên hewayî yên dawî de herî kêm 26 Filistînî hatin kuştin û 30 jî birîndar bûn.
Televîzyona Kan’ê her wiha ragihand ku Îsraîl hêvî dike ku bêçekkirina Hamasê di nav 100 rojên bê de dest pê bike. Di vê heyamê de, tê payîn ku hewldanên alîkariya mirovî û ji nû ve avakirinê zêde bibin.
Lê belê, nezelaliyek di derbarê vekişîna Îsraîl ji Xezeyê de hîn jî berdewam dike. Ji dema agirbestê ve, zêdetirî 500 Filistînî di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane û alîkariya mirovî bi giranî tê astengkirin.