Di navbera DYE û Îranê de hevdîtineke nû

Îran û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) wê bi navbeynkariya Ummanê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dest bi tûreke hevdîtina nû ya nerasterast bikin.

Li gorî nûçeya AFP’ê, hevîtin wê li bînaya Sefîrê Ummanê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî ya li Colognyê werin kirin.

Nûnerê taybet ê Serokê DYE’yê Steve Witkoff û Jared Kushner wê serokatiya heyeta DYE’yê bikin û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî jî wê li ser navê Îranê beşdarî hevdîtinê bibe. Hate ragihandin ku alî wê bes li ser dosyaya nukleerî bisekinin.

LI GORÎ ÎRANÊ EW Ê LI SER NUKLEERÊ BISEKININ

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Ismail Bakeyî beriya hevdîtinê daxuyaniyek da û diyar kir ku hevdîtin wê li ser ‘’meseleya nuklerê’’ be û anî ziman ku Tehran wê daxwaza rakirina pêkanînan bike û dubare ‘’mafê xwe yê bikaranîna enerjiya nukleerî ya bi armancên aşitiyane’’ bîne ziman.

Bakeyî diyar kir ku îhtimal heye ku Serokê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî Rafael Grossi jî weke tûra beriya wê dubare beşdarî hevdîtinan bibe.

PEZEŞKIYAN: LÊGERÎNA ME YA NUKLEERÊ TUNE YE

Serokkomarê Îranê Mesud Pezeskiyan beriya hevdîtinan daxuyaniyek da û dubare anî ziman ku Îranê niyeteke weke bidestxistina çekên nukleerî tune ye.

Pezeşkiyan got: ‘’Rêberê me Ayetullah Ali Hamaney beriya niha bi awayekî eşkere diyar kir ku em ê çekên nukleerî çênekin. Weke doktrînî destûra vê yekê nayê dayîn.’’

DYE jî Îranê bi pêşxistina çekên nukleerî sûcdar dike. Rêveberiya Washingtonê di demên dawîn de li hebûna xwe ya leşkerî ya li herêmê zêde kiriye.

RAGEŞIYA ZÊDE DIBE

Îran û DYE’yê sala borî pênc hevdîtinên nerasterast pêk anîn lê belê piştî ku Îsraîlê di Hezîrana 2025’an de êrîşî Îranê kir û pêvajoya şerê 12 rojan hevdîtin di navbera her du aliyan de bi dawî bûbûn. DYE jî weke hevalbendê Îsraîlê beşdarî êrîşên li ser tesîsên nukleerê yên Îranê bûbû.

Serokkomar Pezeşkiyan bal kişand ser gefên êrîşa muhtemel ên DYE’yê û ev yek anîn ziman: ‘’Ger êrîşî me bikin, bi hezarên me wê rabin ser piyan û welatî bi rê ve bibin. Bi qasî yekîtiya me hebe tu hêz nikarin me bidin sekinandin.’’