Di êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê de 201 kes mirin, 747 kes jî birîndar bûn

Çapemeniya Îranê ragihand ku di êrişên DYA û Îsraîlê de 201 kesî jiyana xwe ji dest dane û 747 kes jî birîndar bûne.

Çapemeniya Îranê diyar kir ku di êrişên herî dawî yên DYA û Îsraîlê de 201 kes hatine kuştin û 747 kes jî birîndar bûne.

Servîsên lezgîn ên Îsraîlê jî eşkere kir ku di nav birîndaran de ciwanekî ku bi şarapnelê bi sivikî birîndar bûye û kesên ku ji ber teqînan bi bandor bûne hene. Saziyê ragihand ku heta niha destwerdana bijîşkî ji bo 89 birîndaran kiriye ku rewşa wan sivik e.