BI DÎMEN

Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê de zêdeyî 40 xwendekar hatin qetilkirin

Di êrîşa li ser dibistana seretayî ya xwendekarên keç a li eyaleta Hurmuzgan a li Îranê de zêdeyî 40 xwendekar hatin qetilkirin.

Bîlançoya êrîşên Îsraîl û DYE’yê yên ku di saetên siharê de li ser Îranê pêk anîn, derdikeve holê. Dibistana seretayî ya xwendekarên keç a li bajarê Minab ê li eyaleta Hurmuzgan a Îranê, bû hedefa êrîşên hewayî.

Di êrîşan de zêdeyî 40 zarokên keç ku temenê wan di navbera 7 û 12’ê de bûn, hatin qetilkirin. Tê ragihandin ku gelek birîndar hene û xebatên rakirina kavilan, dewam dikin.

Hat ragihandin ku dibistaneke din jî ya li Tehranê hate hedefgirtin.