Di êrîşa Îsraîlê de 47 kes hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku îro, di êrişên hewayî yên Îsraîlê li ser hejmarek herêmên Lubnanê de 47 kes hatin kuştin û 97 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku îro, di êrişên hewayî yên Îsraîlê li ser hejmarek herêmên Lubnanê de 47 kes hatin kuştin û 97 kes jî birîndar bûne.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ji nîvê şeva berê heta danî nîvro ya îro, di êrişên Îsraîlê li ser gelek herêmên Lubnanê de 47 kes hatine kuştin.
Ev êriş ji dema peymana di navbera Tehran û Washingtonê de ji bo bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn, Lubnanê jî di nav de, ya herî tund e.
Wezaretê daxuyand ku li kêleka 47 kesên hatine kuştin, 97 kes jî birîndar bûn.