Bi navbeynkariya Rûsyayê di navbera Îsraîl û Îranê de ‘peywendiyên êrîşnekirinê’ pêk hatiye

Derket holê ku çend roj beriya xwepêşandanên girseyî yên ku di dawiya meha Kanûnê de li Îranê dest pê kirin, têkiliyeke dîplomatîk bi navbeynkariya Rûsyayê di navbera Îsraîl û Îranê de pêk hatiye.

Li gorî çavkaniyên herêmî û dîplomatên ku ji Washington Post re axivîn, rayedarên Îsraîlê ji rêveberiya Tehranê re gotiye, “Heta ku êrîşa ewil pêk neyê wê li dijî Îranê operasyoneke leşkerî neyê lidar xistin.” Îran jî li ser heman kanalê ragihand ku ew ê êrîş neke.

Ev pewendiya di navbera her du welatan de piştî şerê 12 rojan ku bi êrîşa Tel Avîvê di Hezîrana 2025’an de dest pê kir, tê. Ji ber dijminatiya mezin a di navbera Îsraîl û Îranê de, ev peywendî wekî derasayî têne dîtin.

Li gorî çavkaniyan, Îsraîl naxwaze wekî berpirsiyarê zêdebûna rageşiyên nû bi Îranê re were dîtin. Wekî din, ew dixwaze bala xwe bide ser operasyona leşkerî ya berfireh ku ew li dijî Hizbullah ku hevalbendek Îranê ye amade dike.

Rayedarên Îranê, bi tedbîr nêzî van peyaman dibin, lê bawer dikin ku îhtîmala êrîşeke hevbeş bi DYE’yê re hîn jî heye.

Di Kanûna 2025’an de rageşiya di navbera Îsraîl û Hizbullahê de mezin bû û zextên li ser Hizbullahê ji bo çek danînê zêde bûn.

Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun, jî di destpêka salê de gotibû ku îhtîmala şer kêm bûye, lê bi temamî ji holê ranebûye.