Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Baregeha hewayî ya Îngiliz a li Qibrisê bû hedefa êrişa balafirên bêmirov

Baregeha Hewayî Akrotiri ya Îngilistanê ya li Qibrisê bû hedefa êrişa balafên bêmirov. Rêxistina Hîzbûllahê ya li Lubnanê jî weke bersiva li kuştina Xamaney bi fuze û balafirên bêmirov êriş bir ser Îsraîlê.

Li gorî nûçeya rojnameya Cyprus mailê, baregeha hewayî ya RAF Akrotiri ya Îngilistanê roja Duşemê bû hedefa balafireke bêmirov ku li baregehê ket. Di agahdarkirinê de ku ji personelên baregehê re hate şandin, hate ragihandin ku "balafireke bêmirov a biçûk" li balafirgehê ketiye û rayedaran dest li bûyerê werdane.

Hate ragihandin ku tiştek bi kesî nehatiye û "xisareke biçûk" li qadê bûye. Rayedarên baregehê bang li personelan kirin ku li cihê lê ne bimînin û heta fermaneke nû li bendê bimînin. Her wiha tedbîr hatin zêdekirin.

Dengê teqînê û sîrenê li bajarê Limasolê jî hate bihîstin. Hate ragihandin ku baregehên Îngiliz demeke kurt beriya nîvê şevê "gefa ewlekariyê" hate ragihandin.

JI LUBNANÊ ÊRIŞA BI FUZE YA LI SER ÎSRAÎLÊ

Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) diyar kir ku wan tespît kirine ku ji Lubnanê ber bi Îsraîlê ve fuze hatiye avêtin. Li gorî daxuyaniyê, ji ber êrişê li hin herêmên bakur ên Îsraîlê sîrenên êrişa hewayî hatine lêxistin.

Hîzbûllahê berpirsyariya êrişê li xwe girt û ragihand ku êriş weke bersivek li hemberî kuştina lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Alî Xamaney hatiye kirin.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku li seranserê Lubnanê êrişên li hemberî Hîzbûllahê destpê kiriye.

Îsraîlê ragihand ku li hemberî Tehranê roj Duşemê wê "êrişên berfireh" bide destpêkirin.