Artêşa Îranê: Em xwedî wê hêzê ne ku şer herî kêm 6 mehan dewam bikin
Îranê ragihand ku di êrişên li ser hedefên DYE û Îsraîlê de wan li zêdeyî 200 nuqteyan xistine û diyar kir ku bi tempoya heyî dikarin şer herî kêm 6 mehan dewam bikin.
Îranê ragihand ku di êrişên li ser hedefên DYE û Îsraîlê de wan li zêdeyî 200 nuqteyan xistine û diyar kir ku bi tempoya heyî dikarin şer herî kêm 6 mehan dewam bikin.
Berdevkê Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îranê Alî Mûhammed Naînî anî ziman ku welatê wî xwedî wê kapasîteyê ye ku bi tempoya heyî ya operasyonê dikare şerekî giran herî kêm 6 mehan dewam bike. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê Naînî li ser êrişên bersivdanê yên Îranê daxuyanî da.
Naînî diyar kir ku Îranê di êrişên li ser hedefên Îsraîlê û baregehên DYE'yê de li zêdeyî 200 nuqteyan xistiye û anî ziman ku ji sedî 60 ê hêza lêdanê ya Îranê berê xwe da hedefên DYE'yê, ji sedî 40 jî li hedefên Îsraîlê xist.
Naîmî ragihand ku di operasyonên heta niha de fuzeyên ji nifşê yekemîn û duyemîn hatin bikaranîn, di qonaxên bê de wê fuzeyên hîn pêşketî û menzîl dirêj werin bikaranîn û bi vî rengî stratejiyeke nû ya êrişêk bi cih bînin.
Naînî îdîa kir ku plansazên şer di sê mijaran de hesabê şaş kirin û got, li bendê bûn ku di nava 48 saetên piştî sûîqestê de Îran hilweş e, şer tenê 3 rojan dewam bike û koalîsyona herêmî ava bibe, lê belê ev pêşdîtin hemû bi ser neketin.