Amnesty: Li Îranê herî kêm 30 kes di metirsiya darvekirinê de ne

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (Amnesty International) diyar kir ku herî kêm 30 kes ji ber tevlî xwepêşandanên dawî yên Îranê bûne, di bin metirsiya darvekirinê de ne.

Amnesty International di derbarê rewşa kesên di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin herî kêm 30 kesên ku ji ber tevlî xwepêşandanên dawî yên li Îranê bûne, dibin metirsiya darvekirinê de ne. Ji wan 8 ciwan in, 2 jî zarokên temenê wan di bin 18 saliyê de ne.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku kesên hatine girtin, di demek pir kurt de bêyî ku parêzerên wan amadebin, hatine dadgehkirin û li gor îfadeyên ku bi zorê ji wan hatine girtin, ceza li wan birîne.

Amnesty diyar kiriye ku desthilata Îranê sîstema dadweriyê wek amrazek ji bo tirsandina civakê û bêdengkirina gel bikar tîne.

Her wiha Amnesty International daxwaz ji tevayî civaka navdewletî dike ku zextan li ser Îranê zêde bikin da ku bikarin pêşî li darvekirinan bigrin û şandeyên navdewletî serdana girtîgehan bikin.