Aloziya Îranê gur dibe: Fîloya şer a DYA'yê di Kendavê de ye
Li gorî hinek çavdêran, helwesta Serokê DYAyê Donald Trump a li hemberî Îranê hîn ne diyar e, lê komkirina hêza leşkerî ya mezin a Waşîngtonê ya li herêmê, aloziyê zêdetir dike.
Li gorî hinek çavdêran, helwesta Serokê DYAyê Donald Trump a li hemberî Îranê hîn ne diyar e, lê komkirina hêza leşkerî ya mezin a Waşîngtonê ya li herêmê, aloziyê zêdetir dike.
Keştiya firokeyan a bi navê Abraham Lincoln û keştiyên şer ên pê re, roja duşemê gihîştin Kendava Basrayê.
Trump di daxuyaniya xwe ya ji bo Axiosê de diyar kir ku DYA'yê li beravên Îranê "armadayeke pir mezin" bi cih kiriye û got ku ev hêz ji yê li beravên Venezuelayê jî mezintir e. Ev gotinên wî wekî amajeyekê ji bo operasyonên DYA'yê hatin dîtin ku di serê meha rêbendanê de bi revandina Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro bi dawî bibûn.
Lê belê Trump di heman daxuyaniyê de peyamên nakok dan û îdîa kir ku Îran dixwaze peymanekê çêbike. Trump got: "Ew peymanekê dixwazin. Ez vê dizanim. Gelek caran geriyan. Dixwazin biaxivin," lê eşkere nekir ka kîjan vebijarkên leşkerî an siyasî di rojevê de ne.
KÎJAN SENARYO TÊNE PÊŞBÎNÎKIRIN?
Li gorî nûçeya Axiosê, di dosyaya rêveberiya DYA'yê de senaryoyên wekî bombekirina armancên leşkerî yên li Îranê an jî êrişên xalî li dijî rayedarên pilebilind hene. Li gorî analîstan, armanca van vebijarkan ew e ku Rêberê Olî Ayetullah Elî Xameneyî yê ku ji sala 1989an ve li ser desthilatê ye û rejîma Komara Îslamî ya Îranê ya ku ji sala 1979an ve heye qels bikin an jî bi dawî bikin.
ANGAŞTA 'REJÎM QELS DIBE'
Li gorî nûçeya New York Timesê, servîsên îstîxbaratê yên DYAyê ji Trump re ragihandine ku rêveberiya niha ya Îranê "qels dibe" û ji dema hilweşandina rejîma Şah a sala 1979an û vir ve, di "serdema xwe ya herî nazik" de ye. Senatorê Komarparêz Lindsey Graham jî ji rojnameyê re axivî û da zanîn ku di rojên borî de bi Trump re hevdîtin kiriye û got: "Armanc bidawîkirina rejîmê ye."
ALOZÎ ZÊDE DIBE
Li aliyê Îranê de di rojên dawî de zimanekî îhtiyadkar serdest bû. Rêveberiya Tehranê berê ragihandibû ku kanaleke pêwendiyê ya nerasterast bi DYA'yê re vekirî ye. Lê roja sêşemê tansiyon dîsa bilind bû. Berdevkê Pasdarên Şoreşê di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameya Hamşahrî de got, heger keştiya firokeyan a DYAyê bikeve nav avên herêmî yên Îranê, dê bibe "armanc".
Rojnameya Javan a muhafezekar jî nivîsand ku Îran amade ye "bersiveke mezin" bide û dikare Tengava Hurmizê, ku ji bo veguhastina neft û gaza xwezayî ya cîhanê xwedî girîngiyeke jiyanî ye, bixe bin kontrola xwe.
Hevdemî van daxuyaniyan, li kolanên Tehranê danîna tabelayeke mezin ku tê de keştiyeke firokeyan a DYA'yê wekî hatiye rûxandin tê nîşandan, bal kişand.