Pasdarên Îranê li Kendavê dest bi tatbîkatê kirin

Artêşa Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê, di serdemeke ku DYA'yê zexta li ser Tehranê zêde kiriye de li dirêjahiya Kendavê tatbîkateke leşkerî da destpêkirin.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku tatbîkat roja Sêşemê dest pê kirine. Li gorî nûçeyê, manewra li ser peravên başûr ên Îranê û giravên derdorê hûr dibin.

Di tatbîkatan de pergalên fuzeyan, yekîneyên topbaranê, amûrên hewayî yên bêmirov (AHB), hêzên taybet û maşîneyên zirxî cih digirin. Derbarê dema tatbîkatan de zanîn nehatin dayîn. Fermandarê Hêzên Bejayî yên Pasdaran Mihemed Keremî got ku tatbîkat “li ser bingeha gefên heyî” têne meşandin.

DYE ZEXTÊ ZÊDE DIKE

Serokê DYE'yê Donald Trump, di Hezîrana 2025'an de ferman dabû ku li dijî saziyên nukleerî yên Îranê êrîşên hedefgirtî werin kirin. Trump anî ziman ku heke hevdîtinên derbarê bernameya nukleerî ya Îranê de bi ser nekevin, ew dikare vebijêrka leşkerî dîsa bixe dewrê. Washingtonê ji bo zêdekirina zexta li ser Tehranê, hêzeke girîng a deryayî û hewayî li herêmê bi cih kiriye.

Trump, roja Duşemê di parvekirina xwe ya li ser platforma Truth Social de diyar kir ku ew peymanekê tercîh dike, lê di rewşeke berovajî de “wê kar ji bo Îranê pir xerab bimeşin.”

HEVDÎTINÊN NÛ LI SWÎSREYÊ NE

Tê payîn ku Îran û DYE, di çarçoveya hevdîtinên nerasterast ên bi navbeynkariya Siltanetiya Omanê de, roja pêncşemê li Swîsreyê dîsa werin cem hev. Aliyan di destpêka sibatê de diyalog dîsa dabûn destpêkirin.

Artêşa Pasdaran, li Îranê wekî yek ji navendên herî bi bandor ên hêza leşkerî û siyasî tê pejirandin û ji artêşa birêkûpêk cuda ye. Pasdaran, hefteya borî jî li Tengava Hurmizê ku ji bo bazirganiya neftê ya cîhanê xwedî girîngiyeke krîtîk e, tatbîkat li dar xistibû. Rayedarên Îranî berê gelek caran gefa girtina vê tengava stratejîk xwaribûn, ku nêzî ji sedî 202ê hilberîna nefta cîhanê di wir de derbas dibe.