Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Şerê li Rojhilata Navîn: Li Îran, Lubnan û Kendavê êrişên nû

Şerê navbera Îsraîl û Îranê di roja şeşemîn de ye. Li herêmê li pey hev bûyerên nû diqewimin. Li ser Tehranê êrişên nû hate destpêkirin, li welatên Kendavê û Lubnanê jî teqînên mezin rû dan.

Piştî ku Îsraîlê ragihand ku li dijî Tehranê dest bi êrişên nû kiriye, Îranê peyamên tund ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re şand. Şer bandorê li Lubnanê jî dike. Li Kendavê jî li tankereke petrolê teqînekê rû da.

ÎSRAÎLÊ LI TEHRANÊ DEST BI ÊRIŞÊN BERFIREH KIR

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate ragihandin ku li ser binesaziya rejîma Îranê ya li Tehranê wan dest bi pêleke nû ya êrişê ya berfireh kirine.

Medya xwecihî diyar kir ku sibeha Pêncşemê li Tehran û derdora rojavayê bajêr gelek teqînan rû dan.

Ajansa Nûçeyan a Farsê ragihand ku li rojavayê Tehranê teqînek çêbû. Rojnameyên Şarq û Îranê jî ragihandin ku li bajarê Karajê yê li rojavayê paytextê herî kêm teqînek qewimî.

ÎRANÊ HIŞYARIYA 'KEŞTIYÊ' DA DYE'YÊ: WÊ POŞMAN BIBIN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî piştî êrişa li ser keştiya şer a Îranê ya li nêzî Srî Lankayê nerazîbûneke tund nîşanî DYE'yê da.

Arakçî li ser hesabê X'ê daxuyanî da û diyar kir ku DYE'yê "Li qada navneteweyî ya deryayî li firkateyneke Îranê xist" û got, "DYE ji ber vê kiryara xwe wê bi rengekî giran poşman bibe."

Li gorî wezîrê Îranî, keştî li ser vexwendina hêzên deryayî yên Hindistanê li herêmê bû û nêzî 130 deryavan tê de bûn.

LI PERAVÊN KÛWEYTÊ TEQÎNA TANKERA PETROLÊ

Hate ragihandin ku li peravên Kûweytê li tankereke petrolê teqîneke mezin çêbû. Ajansa Ewlekariyê ya Deryayê ya Îngiliz (UKTMO) diyar kir ku petrol rijiya ye nava deryayê.

Piştî vê agahiyê, Muxafizên Şoreşê diyar kir ku wan li Kendavê li tankereke petrolê ya Emerîkî xistine.

LI DOHA Û MANAMANÊ TEQÎN

Roja Pêncşemê li patyexta Qatar Dohayê û li paytexta Bahreyn Manamayê teqînan rû dan.

Li gorî medya DYE'yî, balafirên şer ên Îranê nîvê şevê hewl dan êrişî baregeha DYE'yê Al-Udeid a li Qatarê bike. Lê belê bi destwerdana hêzên hewayî yên Qatarê re balafir hatin xistin.

Li gorî CNN'ê ev operasyon yekemîn wezîfeya şerê hewayî yê hêzên hewayî yên Qatarê ye.

ÎRAN: ÎDÎAYÊN KU DIBÊJIN FUZE BER BI TIRKIYEYÊ VE HATINE AVÊTIN RAST NÎNE

Hêzên Çekdar ên Îranê îdîayên ku dibêjin ber bi Tirkiyeyê ve fuze hatiye avêtin red kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew hurmetê nîşanî serweriya Tirkiyeyê didin.

ÎRAN: EGER DAXWAZA GUHERTINA REJÎMÊ BÊ KIRIN EM Ê LI SANTRALA NUKLEERÎ YA ÎSRAÎLÊ BIXIN

Reutersê jî bal kişand se daxuyaniyekê ku di ajansa nûçeyan a nîv fermî ISNA'yê de hate weşandin û diyar kir ku rayedarekî leşkerî yê Îranî diyar kiriye ku eger DYE hewl bide rejîma Komara Îslamî hilweşîne wê li navenda nukleerê ya Dinoma ya Îsraîlê bixin ku li Çola Negevê ye.

LEŞKERÊN KANADA Û AWÛSTRALYAYÊ DIFIKIRIN KU TEVLÎ BIBIN

Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney anî ziman ku eger şerê li Rojhilata Navîn mezin bibe, dibe ku bi rengekî leşkerî tevlî bibin.

ÎTALYA WÊ ALÎKARIYA PARASTINA HEWAYÎ BIŞÎNE

Serokwezîra Îtalyayê Georgia Meloni jî ji radyoya RTL 102.5 re axivî û anî ziman kuw eke Îtalya, Qraliyeta Yekbûyî, Fransa û Elmanya ew jî plan dikin ku alîkariyê ji welatên Kendavê re bişînin. Meloni got, "Em qbi eşker qala parastinê, parastina hewayî dikin."

ENIYA LUBNANÊ: JI BO BAŞÛR BANGA VEGUHESTINÊ

Artêşa Îsraîlê bang li şêniyên li başûrê Lubnanê kir ku xwe vekişînin bakurê Çemê Litani.

Berdevk diyar kir ku hişyarî ji bo bajarên Sûr (Tyre) û Bînt Cbeîl jî derbas dibe.

RAYDARÊ HAMASÊ HATE KUŞTIN

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Lubnanê ANI jî diyar kir ku li kampa penaberan a Beddawi di encama êrişa balafira bêmirov a Îsraîlê de rayedarê Hamasê Wassim Atallah al-Ali û hevjîna wî hatin kuştin.