Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîlê 28'ê Sibatê roja Şemiyê bi navê "Hêrsa Destanî" li dijî Îranê dest bi êrişeke leşkerî ya berfireh kirin. Di çarçoveya operasyonê de gelek deverên Îranê hatin bombekirin.
JI BO XAMANEY 40 ROJÎ ŞÎN HATE RAGIHANDIN
Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, lîderê olî yê welêt Ayetûllah Alî Xamaney ku ji sala 1989'an û vir ve li ser desthilatdariyê ye, di êrişan de jiyana xwe ji dest da.
Rêveberiya Tehranê li ser mirina Xamaney ji bo 40 rojî şîn ragihand û 7 rojan jî betlaneya fermî îlan kir.
SEROKÊ FERMANDARIYA GIŞTÎ YA ÎRANÊ HATE KUŞTIN
Li gorî medya dewletê ya Îranê û Reutersê, Abdulrahîm Mûsavî ku Hezîrana 2025'an ji bo Serokatiya Fermandariya Giştî hate tayînkirin di êrişên DYE û Îsraîlê de hate kuştin.
HATE RAGIHANDIN KU RAYEDARÊN PAYEBILIND HATIN KUŞTIN
Îsraîlê jî diyar kir ku şêwirmendê Xananey Alî Şemhanî û Fermandarê Muxafizên Şoreşê Mûhamed Pakpûr jî di nav de 7 rayedarên payebilind ên Îranê hatin kuştin.
ÊRIŞ DEWAM DIKIN
Li Tehranê bi şev dengê teqînên mezin hate bihîstin. Hate ragihandin ku êrişên nû dewam kirin.
27 BAREGEHÊN DYE'YÊ YÊN LI KENDAVÊ BÛN HEDEF
Îranê jî weke bersiva li êrişan pêleke nû ya êrişên bi fuze û balafirên bê mirov da destpêkirin. Li gorî televîzyona dewletê:
- 27 baregehên leşkerî yên DYE'yê yên li herêma Kendavê,
- Biryargeha artêşa Îsraîlê,
- Navendên pîşesaziya parastinê yên li Tel Avîvê hedef hatin girtin.
Nûçegihanên AFP'ê ragihandin ku piştî êrişên dijber ên Îranê li Dûbaî pêla duyemîn a teqînan hate bihîstin. Beriya wê jî Doha (Qatar) û paytexta Bahreyn Manamayê jî teqînan rû dabûn.
TRUMP GEF XWAR
Serokê DYE'yê Donald Trump ragihand ku eger Îran bersiveke hişk bide wê Washington "Bi hêzeke leşkerî ya berê nehatiye dîtin" bersivê bide.
Trump got, "Eger vê bikin, em ê bi hêzeke welê lê bidin ku berê nehatiye dîtin."
JI ÎSRAÎLÊ ŞÎROVEYA LI SER 'XAMANEY': EDALET BI CIH HAT
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz kuştina Xamaney weke "Bicihhatina edaletê" pênase kir.
Katz got, "Xamaney û rêveberên payebilind ên li keleha terorê ya Îranê ji holê hatin rakirin. Navenda nebaşiyê derbeke giran xwar."
PIŞTÎ XAMANEY PÊVAJOYA DERBASBÛNÊ DESTPÊ DIKE
Serokê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî ya Îranê Alî Larîcanî ragihand ku piştî mirina Xamaney wê pêvajoya derbasbûnê îro destpê bike.
Li gorî vê yekê:
- Konseyeke lîderiyê ya derbasbûnê wê ava bibe.
- Serokkomar, serokê erka dadgeriyê û hiqûqnasek ji Konseya Parêzvanên Destûra Bingehîn wê bi demkî bi berpirsyariyê rabin.
JI LARÎCANÎ GEFA 'HEWLDANA PARÇEBÛNÊ'
Larîcanî banga yekîtiyê li gelê Îranê kir û got, wê destûrê nedin hewldanên parçekirina welêt.
Serokê Parlamentê Mûhammed Bakir Galîbaf anî ziman ku Îran ji "Hemû senaryoyan re amade ye" û diyar kir ku DYE û Îsraîlê "xetên sor derbas kirine."